Di şerê ku ji 28’ê sibatê ve di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, dest pê kiriye gelek serkirdeyên Îranî hatine kuştin.
Rêberê Bilind ê Olî Ayetulah Elî Xameneyî, ji sala 1989’an û vir ve, meqamê Dewleta Îranê girtibû.
Di 28’ê sibatê de, di 86 saliya xwe de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî-Îsraîlî de li ser baregeha wî ya li Tehranê hat kuştin.
Elî Larîcanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Fermandarê Supayê Pasdarên Dewleta Îranê û endamê tîma danûstandinên navokî bû.
Di 67 saliya xwe de, di 17’ê Adarê de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî-Îsraîlî de li herêma Pardis a Tehranê hat kuştin.
Wezîrê îstîxbaratê yê Îranê Îsmaîl Xetîb, oldarekî tundrew û siyasetmedar bû, berî ku di Tebaxa 2021’an de bibe serokê ajansa îstîxbaratê ya sivîl, di nivîsgeha Ayetullah Elî Xameneyî de dixebitî û rêberî jî ji wî wergirt.
Di 18’ê Adarê de di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.
Şêwirmendê Siyasî yê nêzî Elî Xameneyî Elî Şemxanî, di 28’ê Sibatê de di êrîşên asmanî yên Amerîkî-Îsraîlî yên li ser Tehranê de hat kuştin.
Şêwirmendê Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê Cemşîd Îshaqî, di van rojên dawî de li gel pênc endamên malbata wî, di êrîşeke hewayî li ser mala wî de, li Tehranê hate kuştin.
Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supayê Pasdarên Îranê Elî Riza Tengesîrî, jî hate kuştin.
Fermandarê Hêza Fezayî ya Supayê Pasdaran ê Îranê li Îsfahanê Mihdî Qureyşî, di êrîşên dawî yên Îsraîl û Amerîkayê de hatiye kuştin.
Fermandarekî Hêza Hewayî ya Supayê Pasdaran ê Îranê Îsmail Dehqan, roja Sêşemê 9’ê adarê di êrîşeke asmanî ya hevbeş a Îsraîl û Amerîkayê de hatiye kuştin.
Ew di êrîşeke li ser avahiyeke niştecihbûnê li bajarê Arak de hatiye hedefgirtin û hatiye kuştin.
Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku wezîrê parastinê yê nû piştî rojekê ji tayînkirina wî hat kuştin.
Wezîrê parastinê yê nû Mecîd Îbn El-Riza rojekê piştî kuştina wezîrê parastinê yê berê yê Dewleta Îranê ev post wergirtibû.
Ev kesên ku navên wan li jêr hatine qeyd kirin, di roja 28”ê sibatê de di êrîşên hevbeş ên Îsraîlî û Amerîkî de hatine kuştin.
Serokê SPND (Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniya Parastinê ya ku bi navê Spnd tê zanîn) Hisên Cebel Amiliyan.
Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîr Zade.
Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr.
Serokê Giştî yê berê yê Rêxistina SPND Riza Muzeferî Niya.
Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Baregeha Xatim El-Enbiya Salih Esedî.
Serokê Ofîsa Leşkerî ya Xameneyî Mihemed Şîrazî.