Kuweyt û Îmaratê îro 13 mûşekên balîstîk û 43 dronên Îranê têk birine

Îmaratê îro ragihand ku wan 8 mûşekên balîstîk, 4 mûşekên krûz û 36 dronên Îranî têk biriye. Di heman demê de Kuweytê jî îro 5 mûşekên balîstîk û 7 dronên Îranê di nav qada xwe ya hewayî de têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Îmaratê bi daxuyaniyekê ragihand ku sîstema berevaniya Kendavê bi berdewamî êrîşên Îranê yên li ser welatê wan pûç dike.

 

Her wiha Wezareta Parastinê eşkere kir ku berevaniya wan a hewayî îro 8 mûşekên balîstîk, 4 mûşekên krûz û 36 dronên Îranî têk biriye.

 

Li alîyekî din Artêşa Kuweytê îro 5 mûşekên balîstîk û 7 dronên Îranê di nav qada xwe ya hewayî de digire.

 

Îmaratên Erebî yên Yekbûyî diyar kir ku ji destpêka êrîşên Îranê ve, parastina wan a hewayî 433 mûşekên balîstîk, 19 mûşekên krûz û 1977 dron xistine xwarê.

 

Kuweytê jî diyar kir ku ji destpêka êrîşa Îranê ve, wan nêzîkî 636 dron, 312 mûşekên balîstîk û du mûşekên krûz ên Îranê asteng kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye