Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan amadebûna welatê xwe ji bo bidawîanîna şerê 32 rojî ragihand, lê daxwaza garantiyê kir.
Mesûd Pezeşkiyan tekez kir ku Washington baweriya xwe bi dîplomasiyê nayne.
Pezeşkiyan, destnîşan kir ku Amerîka di dema danûstandinan de, du caran êrîşî Îranê kiriye, û îşaret bi şerê Hezîrana borî kir.
Îranê gefa êrîşkirina dijî şîrketên Google û Apple xwar
Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê li Amerîka gef xwar ku ji bo bersivdana pêkanîna hedefgirtinên nû li dijî fermandarên Îranî ew ê êrîşî şîrketên teknolojiyê yên Amerîkayê yên mezin ên wekî Google, Meta, Tesla û Apple bikin.
Pasdaran di daxuyaniyê de got ku ji demjimêr 16:30 GMT (çarşemê), 1'ê Nîsanê pê ve, divê ev şîrket li bendê bin ku ji bo her hedefgirtinekê li hundirê Îranê yekîneyên wan werin tunekirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser lîsteyeke ku 18 şîrketan dihewîne û wiha hat gotin: "Girêdana wan di kiryarên hedefgirtinê de heye û em şîretê li karmendên van saziyan dikin ku ji bo parastina jiyana xwe yekser cihên karê xwe biterikînin."
Eraqçî: Me ji nûnerê Amerîkayê Steve Wittkopf peyam wergirt
Li alîyekî din jî kenala Al Jazeera ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji wan re gotiye wan rasterast ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Wittkopf peyam wergirtiye, lê ev nayê wê wateyê ku ew danûstandinan dikin.
Li gorî heman çavkaniyê Ebas Eraqçî gotiye ku ev peyam carinan gef an danûstandinên nêrînan dihewînin ku bi rêya "dostan" têne şandin.