Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, li meclisê hat avakirin.
Mijara çûyîna vê komîsyonê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn di rojevê de ye.
Têkildarî mijarê Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal axivî û got:
"Divê şandeyek ji komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê.
Divê parêzvanên mafên mirovan û aştiyê jî biçin.
Em jî dixwazin biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.
Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.''
Akin Bîrdal têkildarî çûyîna komîsyonê ji bo Amedê jî ev nirxandin kir:
“Hat gotin ku komîsyon dê biçe Amedê, ev pir girîng e.
Divê komîsyon bi gelê Amedê, Dayikên Aştiyê û saziyên demokratîk re bicive û şahidiya tiştên ku li wir diqewimin bike."
“Divê qanûnên dijterorê bên guhertin”
Bîrdal, anî ziman divê berî her tiştî qanûnên mîna Qanûna Dij-Terorê (TMK), Qanûna Înfazê û Qanûna Cezayê ku dibin sedema binpêkirina mafên mirovan, werin çareserkirin.
Birdal di dawiya axaftinen xwe de wiha anî ziman "divê ev di pratîkê de werin bicîhanîn.
Serokê partiya Deva: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
Her wiha Serokê Giştî yê Partiya DEVA Elî Babacan jî balkişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd û ev nirxandin kir:
Weke pirensîb em alîgirin ku nêrînên Ocalan were girtin û ev ji bo pêvajoyê gelek girîng e.
Divê destpêkê komîsyon vê mijarê di navbera xwe de nîqaş bike.
Derbarê mijarê de biryareke giştî bê girtin. Em ji bo vê mijarê bersiva na nadin.
Divê em di pêşniyarên hevpar de li hev bikin.