Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13'ê Cotmeha 2025'an de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û muwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir.
Buroya Sedsalê di vê serdanê de li ser şert û mercên muwekîlan û rewşa wan a hiqûqî danûstandin kir.
Buroyê têkildarî hevdîtinê, xwest ku nirxandin û nêrînên Ocalan ên li ser avakirina aştiyê bi raya giştî re parve bike.
Buroyê di destpêka daxuyaniya xwe de, da zanîn ku di hevdîtinê de rewşa hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd û biryara "Mafê Hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yek ji mijarên sereke û girîng ên nîqaşê bûn.
Peyama Ocalan a têkildarî biryara mafê hêviyê ya ku di daxuyaniyê de hat prvekirin, wiha bû:
"Pîvana hêviyê gelekî girîng û esasî ye û gaveke ku divê dewlet biavêje.
Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike.
Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin.
Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin. Polîtîka jî, edalet jî vê ferz dike"
“Mafê her kesî heye ku azad jiyan bike”
Di heman demê de, Ocalan di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê de ev nirxandin kiriye:
"Bawerî û mezheb hemû divê karibin bi rengekî azad xwe îfade bikin, her wiha her kes xwedî wî mafî ye ku neteweya xwe îfade bike û bi rengekî azad bijî."
“Divê mafê kurdan di nava hiqûqê de bê vehewandin”
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de balkişandiya li ser aştiya esasî û dibêje:
"Divê Kurd bi rengekî yekbûyî li nava hiqûqê bê vehewandin û tekez kir ku "Aştiya esasî ev bi xwe ye."
“Divê hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin”
Rêber APO di hevdîtinê de li ser Hiqûqa Kurdan û entegrasyonê jî gotiye:
"Hiqûqa Kurdan heta niha tune hate hesibandin, li derveyî hiqûqê hatin hiştin, lê belê divê êdî hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin."
“Bingeha pirsgirêkên civakî newekheviya jin û mêr e”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dibêje Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinê de tewriya xwe ya jiyana azad bibîr xist û got:
"Jiyan dema ku azad be, bi wate ye. Min berê jî gotibû. Ey jiyan' Ya ez ê te bi rengekî azad bijîm, ya jî ez ê te qet nehatiye jiyîn bihesibînim. Mota min a jiyanê ev e, dirûşmeya min ev e.
Bingeha pirsgirêkên siyasî û civakî ya ku ji newekheviya jin û mêr tê.
Ev çareseriya vê newekheviyê bi pratîka jiyaneke azadiya jinê û fikrekî sosyalîst dibe."