Li ser rêya Riha û Amedê 3 otombîl li hev ketin

Li Bakurê Kurdistanê li nêzîkî Rihayê 3 otomobîl li hev ketin, kesek mir û 4 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ser rêya bilez ya Riha - Amedê otombîlek ji rêya xwe derket û derbasî aliyê din ê rê bû, di encamê de, wê otombîlê û 2 otombîlên din li hev ketin.

Di vê qezayê de, 5 kes birîndar bûn, lê birîna Mistefa Demîr giran bû, piştî ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Li gor amarên ku hatine belavkirin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 313 hezar û 868 qezayên trafîkê qewimîne, di encamê de hezar û 125 kesan jiyana xwe ji dest daye û 184 hezar û 831 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye