Balyozxaneya Fînlenda li Lubnanê li ser malpera xwe ya fermî wêneyên civînê belav kir. Li gor wêneyan, derdikeve ku ew civîn li navenda Balyozxaneyê li Beyrûtê hatiye lidarxistin.
Balyozxaneyê ragihand ku balyoza Fînlendayê Anne Meskanen bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed re, guhertinên herî dawî li Sûriyê û bi taybetî rewşa Rojava gotubêj kirine.
Di nûçeya ku li ser malpera fermî a Balyozxaneya Fînlendayê li Lubnanê bi zimanê Inglîzî hatiye belavkirin, navê ROJAVA bi Kurdî hatiye nivîsandin.