6 partiyên siyasî serdana Selahattîn Demîrtaş kir

6 Partiyên siyasî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê berê Selahattîn Demîrtaş kirin. Piştî serdanê şandeyê daxuyaniyek da û daxwaz kir ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 6 partiyên siyasî li girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş kir.

Navê partiyên ku serdan pêk anîne wiha ne:

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP).

Hevdîtin bi riya parêzeran pêk hat

Hate ragihandin ku serdan rasterast di navbera wan de pêk nehatiye, lê bi rêka parêzeran hate kirin.

Şandeyê bi parêzeran re hevdîtin kir, nêrîn û pirsên xwe vegotin û piştre jî parêzeran bi Demîrtaş re hevdîtin kir.

Parêzeran jî peyamên Demîrtaş bi awayekî nivîskî ji şandeyê re ragihandin.

Piştî serdanê li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn.

"Divê hemû girtiyên siyasî werin berdan"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîste dewlet di pêvajoya aştiyê de gavan biavêje û girtiyên siyasî berde.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar EHP’ê Hakan Ozturk li wir axivî.

Ozturk destnîşan kir ku ji bo aştiyê avêtina gavan girîng e.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê Seyît Arslan jî banga aştiyê kir û wiha anî ziman:

“Ji bo aştiyê pêwîstî bi efûyeke siyasî heye.”

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Gul Çîftçî pêwîstî pê dît ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)yê werin bi cih anîn.

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û got:

“Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan.”

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyê Erkan Baş jî anî ziman ku beriya her tiştî divê qanûnên di destûra bingehîn de bên bicihanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye