Efxanistanê daxuyand ku li ser gulebarankirina sengerên wan ên leşkerî li dijî Pakistanê li Xeta Durandê operasyonek taybet pêk anîne.
Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate ragihandin ku di encama vê operasyona berfireh de derbên giran li artêşa Pakistanê hatine xistin.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku di vê pevçûnê de herî kêm 13 leşkerên Pakistanî hatine kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûne.
Têkildarî vê bûyerê heta niha, ti daxuyanî ji aliyê Pakistanê ve, nehatiye dayîn.