Danûstandin bi nabeynkariya Tirkiyê li Stenbolê hatin kirin, hevdîtin 4 rojan di navbera her du welatan de dom kirin.
Wezîrê Zanistê yê Pakîstanê Attaullah Tarar, ragihand ku danûstandin bêyî tu çareserî bi dawî bû.
Tarar diyar kir ku aliyê Efxan timî mijarê berovajî dike, bi sûcdarî û mijûlkirinan pêvajoyê teng dike û xemgîniya xwe anî ziman.
Rêveberiya Efxanistan jî heya niha ti daxuyanî nedaye.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asîf piştî hevdîtinên bi neyînî encam bûn, daxuyanî da û ev gef xwar:
“Pakistan dikare bêyî bikaranîna beşekî biçûk ê cepxaneya nukleer jî, desthilatdariya Talîbanê bi temamî tune bike û wan vegerîne şkeftên wan.”