Şandeyek Awustralyayê ku ji akademîsyen Elisa Boyle, endamê Meclîsa Şaredariyê Îsmet Taştan û endamên Partiya Kesk Baran Sogut û Sam Brennan pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Şande di çerçoveya serdana xwe de bi Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwed û Hisên Osman, her wiha bi nûner û komîteyên jin û ciwanan ên Êzidî, Suryanî û Ereb re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya ku piştî hevdîtinên xwe temam kirin û vegeriyan welatê xwe, di civînek giştî de ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Sydneyê hate lidar xistin, nêrînên xwe parve kirin.
"Birêvebirin di navbera jin û mêr de hewldanek wêrek e"
Senatorê Partiya Kesk a Awustralyayê David Shoebridge, behsa biryardariya Rêveberiya Xweser a ji bo wekheviya zayendî, pirrengî kir û got:
"Piraniya meqamên bilind ji aliyê jin û mêrekî ve têne birêvebirin. Di şert û mercên zehmet ên vî demî de ev yek hewldanek pir wêrek e."
"Avakirina navendeke nûnertiya daîmî ji bo rojava gaveke erênî ye"
David Shoebridge, piştgirî da fikra avakirina navendek nûnertiya daîmî ji bo Rojava û wiha lê zêde kir:
"Ev dê gaveke pir erênî be ku dikare li Awusturalyayê were avakirin"
Di civînê de, girîngiya hewldanên Kombûna Jinên Zenûbiya ji bo bihêzkirina jinan li Rojava hate nirxandin.
"Pêkanîna Aştiyê wêrekiya jinan di navenda vê têkoşînê de ye"
Shoebridge got:
"Pêkanîna aştiyê bi qasî serketina di nava şer de zehmet e. Wêrekiya jinan di navenda vê têkoşînê de ye."
Endamên şandeyê, dan xuyakirin ku vîzyona Sûriyeyek piralî û federal armanca bingehîn a Rêveberiya Xweser e û divê civaka navneteweyî destekê bide daxwazên wan.