Rûsyayê li tesîsên gazê yên Ûkraynayê da

Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê ragihandin ku Rûsya bi dron û mûşekan êrişî deverên cûda yên Ûkraynayê kirin û çend tesîsên Gazê yên Xarkiv û Poltava armanc girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê diyar kirin ku Rûsyayê şeva borî 381 dron û 35 mûşek avêtine nav Ûkraynayê, bi piranî binesaziya enerjiyê hedef hatin girtin. Di heman demê de gelek dron hatin astengkirin, lê 18 mûşek û 78 dronan li welêt dane.

Kompanyaya gazê ya Ûkraynayê “Naftogaz” anî ziman ku Rûsya bi 35 mûşek û 60 dronan, êrîşeke berfireh li ser binesaziya hilberîna gazê pêk aniye.

Kompanyayê da xuya kirin ku Rûsya ji destpêka şer ve, êrîşa herî berfireh li ser binesaziya hilberîna gazê pêk aniye û di van êrîşan de, deverên gazê yên Xarkiv û Poltava hatin hedefgirtin.

Serokê Naftogaz Sergei Koretsky piştrast kir ku "beşek girîng ji tesîsan, zirarên giran dîtine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24