Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku dayîk û zarokên biçûk li Xezeyê ji ber kêmbûna kelûpelên bijîşkî zehmetiyan dikşînin.
Berdevkê UNICEF`ê James Elder bi rêya vîdyoyekê ji Xezeyê li Cenevreyê ji rojnamevanan re got: "Rewşa dayîk û zarokên bi şîr li Xezeyê qet ji vê xirabtir nebûye.
Em dibînin ku li nexweşxaneya Nasir, jinên nû zarok anîne, tije bûne."
Her wiha Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku sîstema tendirustiyê li ber hilweşînê ye.
Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî, ji 36 nexweşxaneyên li Xezeyê, tenê 14 nexweşxane dixebitin.