Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17'ê Îlona 2025'an de, bi bîr xist ku girtîhiştina Selahaddîn Demîrtaş, binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
DEM Partiyê diyar kir ku ne tenê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, her wiha hemû siyasetmedarên di Doza Kobanê de, hatine girtin dikevin ber vê biryarê.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bang kir ku hemû girtiyên siyasî yên ji ber Doza Kobanê hatine girtin, serbest bêne berdan.
Her wiha DEM Partî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk dawî li vê girtina neqanûnî bîne.