Li Erzurumê 21 xwendekar birîndar bûn

Li bajarê Erzurumê yê Bakurê Kurdistanê dema xwendekar ji dibistanê derdiketin ji ber qerabalixa zêde pêl hev du kirin. Di encamê de 21 xwendekar birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyer li navçeya Yakutiyeyê li dibistana Gazi Ahmet Muhtar Paşa yê ku nêzikî 1000 xwendekar lê dixwend pêk hat.

Li ser agahdarkirina  rêveberiyên dibistanê, gelek ambulans çûn cihê bûyerê. 21 xwendekarên ku di qerebalixiyê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturk û nexweşxaneya bajarê Erzurumê.

Hat ragihandin ku 15 xwendekar piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatine derxistin, 6 xwendekarê din jî hîna dibin kontrola bijîşkan de ne.

Di nav birîndaran de xwendekarek rewşa wî pir girane, hinek ji wan lingên wan, destên wan û hestiyên wan şikestine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye