Polîsan îro danê sibehê li Stenbol û Dêrsimê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtina malan de, 4 kes hatine binçavkirin.
Di nava kesên ku hatine binçavkirin de endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) jî hene.
Ev 4 kes bi hinceta ku “Fînansmanê PKK ne” hatine binçavkirin.
Li Stenbolê kesên ku bi navên Metîn Keleş, Îsa Yalçin û Sînan Yalçin, li Dêrsimê jî rêvebera şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Dêrsimê Yaprak Kurban hatine binçavkirin.
Hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyayê.