Îranê êrîşî Hewlêrê kir.. 3 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Îranê Kampa Cejnekan, Alan, sînorê Balîsan û Behrikê yên Parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama êrîşê de, 3 Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û jimareyek jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê berî çend kêliyan bi mûşekan, sînorê Balîsan û Behrikê yên ku dikevin Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, êrîşî Kampa Cejnekan ya Partiya Demokrat ya ku nêzîkî Behrikê ya li Hewlêrê ye, hat kirin.

Li gorî ku heman çavkaniyê ragihand, Dewleta Îranê Kampa Alan ya ser bi Balîsanê ve bombebaran kir.

Di encamê de, 2 jinên Pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî û Pêşmergeyekî xort jiyana xwe ji dest dan û jimareyek jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye