Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeyeke Komelaya Zehmetkêşên Kurdistanê bû.
Ew, 14'ê Nîsana 2026'an li parêzgeha Silêmaniyê di encama êrîşeke bi dronan de, bi du hevrêyên xwe re birîndar bûbû.
Partiya wê dibêje ku ew êrîş ji aliyê "Komara Îslamî ya Îranê" ve hatiye kirin.
Piştî ku Xezal û hevrêyên wê gihandin nexweşxaneyan, çend demjimêr bi ser de derbas bûn, Xezal ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Her wiha cenazeyê Xezalê birine mala siyasetmedarekî Kurd û li wir hatiye şûştin.
Çima deriyên mizgeftan li ber termê wê hatin girtin?
Birêvebirê Giştî yê Ewqafê yê Silêmaniyê Mela Ebas Xidir derbarê rêgirtina li şûştina termê Xezalê ya li mizgeftan de, diyar kir ku:
"Li gorî şerîetê, jin li mizgeftan nayên şûştin û cihê taybet ê şûştina jinan nîne."
Nexweşxaneyan çima Xezal tedawî nekirin?
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî ragihand:
"Piştî ku Xezalê dibin Silêmaniyê, destpêkê wê dibin Nexweşxaneya Şoreşê.
Li wir midaxeleyên destpêkê yên bijîşkî ji bo wê tên kirin, lê cih di nexweşxaneyê de tune ye li gorî gotina nexweşxaneyê.
Ew dibêjin wê bibin nexweşxaneyeke din."
Paşê ew veguhestin Nexweşxaneya Farûqê, piştî çend xulekan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
'Xezal neanîne nexweşxaneya me'
Her wiha Berpirsê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Bexşînê Karwan Elî, got:
Li Nexweşxaneya Bexşînê midaxeleyên destpêkê ji bo Xezalê hatine kirin, lê ew nebirine beşa çavdêriya hûr û nekarîne wê li wir razînin."
Elî diyar kir ku "Xezal neanîne nexweşxaneya me"
'Em hemû wan nûçeyan red dikin'
Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Nexweşxaneya Asyayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku:
"Piştî ku xezala birîndar gihandin Silêmaniyê, li gorî ku hat belavkirin ku ew anîne Nexweşxaneya Asyayê.
Em hemû wan nûçeyan red dikin, ew ne rast in û ti pêwendî bi me re nehatine danîn."
'Xezal nebirine nexweşxaneyên Wezareta Tenduristiyê'
Li aliyek din jî Birêvebirê Giştî yê Tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî destnîşan kir ku:
"Ew Pêşmerge nebirine ti nexweşxaneyên ser bi Wezareta Tenduristiyê ve."
Dr. Sebah Hewramî diyar kir ku "Destpêkê ew birine Nexweşxaneya Şoreşê ku bi ser Wezareta Pêşmergeyan ve ye.
Piştre birine nexweşxaneyên Asya û Bexşînê ku ew jî taybet in û ne bi ser Wezareta Tenduristiyê ve ne."
Rewşenbîr û çalakvanan banga lêkolîna bûyera Xezal Mewlan kirin
Zêdetirî 200 rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl têkildarî şehîdbûna Xezal Mewlan bang li Dozgeriya Giştî kirin ku lêkolînê li ser mijarê bikin û erka xwe ya yasayî bi cih bînin.
Ji rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, 211 kesan derbarê bûyera şehîdbûna pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlan a Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kirin.
'Em ê parastina mafên wê yên hatine xwarin bikin'
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku: "Em wekî vê koma rewşenbîr, hunermend û çalakvanan radigihînin ku Xanim Xezal Mewlan keça me, şoreşgera me û şehîda me ye.
Em ê parastina mafên wê yên hatine xwarin bikin."
Em di wê baweriyê de ne ku neheqiyeke pir eşkere li hemberî wê hatiye kirin.
Em helwesta wan nexweşxaneyên ku dermankirina wê red kirine, wek neheqî dibînin.
Ev berteka wan, dûrbûna ji exlaq û pîşeya bijîşkî û binpêkirina sonda yasayî ya bijîşkî ye.
Em rêveberiya wan nexweşxaneyan, bi taybetî her du nexweşxaneyên Bexşîn û Asyayê, berpirsiyar dibînin û vê yekê wek sedema sereke ya mirin û şehîdbûna Xanim Xezalê dizanin.