Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wan hemû baregehên leşkerî yên ku berê hêzên Amerîkayê tê de bûn, wergirtine.
Baregeh, bi salan di bin fermandariya Kolaisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de bûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de, diyar kir ku ev pêvajo bi hevahengiyeke temam a di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Amerîkayê de bi rê ve çûye.
Her wiha hate destnîşankirin ku vekişîna Amerîkayê vê rastiyê nîşan dide ku ew mercên berê êdî nemane.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, got:
"Rewşa ku berê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê pêwîst dikir, bi awayekî bingehîn hatiye guhertin."
Her wiha hat gotin ku niha Sûriyê bi alîkariya civaka navneteweyî xwedî şiyan e ku têkoşîna li dijî terorê bi rê ve bibe.
Wezareta Parastinê ya Sûriyê jî da zanîn ku Artêşa Ereban a Sûriyê Baregeha Asmanî ya Qesrikê wergirtiye.
Li baregeha Qesrikê ti leşkerekî Amerîkî nemaye.
Hevdem li nêzîkî Qamişloyê, karwanekî leşkerî yê Amerîkayê hat dîtin ku ber bi sînorê Îraq û Başûrê Kurdistanê ve diçû.
Ji 2014`an ve Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ye
Baregeha Qesrikê li Rojavayê Kurdistanê baregeheke sereke bû.
Ev der wekî navendeke lojîstîk a ji bo veguhastina kel û pelên leşkerî ya ber bi Îraq û Başûrê Kurdistanê ve dihat bikaranîn.
Amerîka sala 2014`an ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê çûbû Sûriyê.
Amerîkayê îsal ragihand ku armancên hevpeymaniya wan a ligel QSD`yê heta radeyeke mezin bi dawî bûne.
Meha borî jî Sûriyê baregeha Rimêlanê ya li parêzgeha Hesekê wergirtibû.
Berê jî hêzên Amerîkayê ji baregehên Tenef û Şedadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê vekişiyabûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê tekez kir ku berfirehbûna desthilata dewletê, encama hewlên ji bo yekkirinê ye.