Bi boneya hilbijartina Nizar Amêdî bo peywir Serokkomarê Îraqê, Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK), Amêdî bi peyamekê pîroz kir.
Peyama Mekteba Siyasî ya YNK'ê wiha ye:
"Em bi germî hilbijartina te wek Serokkomarê Komara Federal a Îraqê pîroz dikin û serkeftinê ji te re dixwazin.
Em hêvî dikin ku ev pêvajoya serokomariya we rê li ber çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de veke, da ku ruhê yekitî û têgihîştinê di navbera hemû aliyan de xurt bibe.
Erka serokkomariyê karekî giran û zehmet e.
Em piştrast in ku hûn, xwendevanên dilsoz ên dibistana serkirdeyê koçkirî Serok Mam Celal û rêya netewî û demokratîk a Îraqa destûrî û federal in, hûnê di vê erkê de bi ser kevin."
Di dawiya peyama Mekteba Siyasî ya YNK'ê de dubara wiha hate got:
"Em hêvîdar in ev pêvajoya serokkomariya bibe wesîleya rêyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina yekitîyê."