Li Amedê bi rojane baraneke zêde dibare.
Piştî barînên zêde, di Bendava Devegeçîdiyê de berdana avê hate kirin.
Ji ber berdana avê, li navçeyên Sûr û Bismilê gelek cih di bin avê de man.
Baxçeyên Hewselê yên li kêleka Çemê Dîcleyê û cihên nêzî Geliyê Dîcleyê yê li taxa Fîskayayê, di bin avê de man.
Xwediyên baxçeyan dan zanîn ku tu zirar negihîştiye baxçeyên wan.
Li navçeya Bismilê jî li devera Karakopruyê ya li Taxa Fetleyê zirar gihîşt pira ku cotkar wê bi kar tînin.
Her wiha li Bismilê jî ji ber rabûna Rûbarê Ambarê, gelek avahiyên li taxa Ambarê di bin avê de man.