Fetî Yildiz: Divê dema biryarên DMME`ê ne demeke kêfî be

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP`ê Fetî Yildiz, têkildarî bicîhneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî binpêkirina mafan, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyaniyek parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de diyar kir ku divê biryarên DMME`ê di demeke guncaw de bê lêkolînkirin û ev dem divê ne demeke kêfî be.

Fetî Yildiz got: DMME, di warê rêbaza cîbicîkirina biryaran de midaxaleyê dewletan nake û ger vebijêrkek ji bo binpêkirin ji holê bê rakirin tunebe, divê tevdîrê raste rast nîşan bide.

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP`ê Fetî Yildiz di daxuyaniyê de got ku Ji bo xizmeta edaletê 25 hezar û 591 dadger û dozgerên komarê hene.

Hejmara cîgirên dadger û dozgeran 179 hezar û 591 kes in. Pirsgirêka dadger û karmendan nîne.” 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye