Baregeha Komeleya Zehmetkêşan A Kurdistanê hat bombebarankirin

Beriya çend demjimêran bi dronan êrîşî baregeheke Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Dola Alanê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve, hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Ajansa Roj Newsê, beriya çend demjimêran, careke din bi dronan êrîşî Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hatiye kirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê 2 dron dema li ser herêmê digeriyan ji aliyê balafirên şer yên hêzên Hevpeymanê ve hatine xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Kampên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ne, rastî êrîşên Îranê tên.

Heta niha bi taybet baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê zêdetirî 79 caran rastî êrîşan hatiye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye