Endama Meclîsa KNK'ê Nîlufer Koç, li bajarê Oslo yê Norwêcê bi gel re hat ba hev û di derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de nirxandinan kir.
Nîlufer Koç bi zimanê Îngilîzî pêvajoyê nirxand. Norwêcî û xwendekaran eleqeyek mezin nîşanî semînerê dan.
Her wiha wê di 2'ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê li Londonê meşekî girseyî bê lidarxistin.
Komîsyona amadekariyê bang li hemû gel û derdorên demokratîk kir ku tevlî meşa wê bi diruşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî" bê lidarxistin bibin.