Ava Elok bi daxuyaniyeke fermî hat berdan

Piştî zehmetiyên bi salan ji qutbûna ava Elok li ser bajarê Hesekê, îro bi daxuyaniyeke fermî ji aliyê şandeyeke fermî ya Parêzgariya Hesekê û Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr ve hat berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 7 salan ji qutbpûna ava Elok li ser bajarê Hesekê îro ji nû ve dikeve xizmetê.

Bi amadebûna şandeyeke fermî ya Parêzgariya Hesekê û aliyên peywendîdar, piştî 7 salan ji derketina ji xizmetê, stasyona avê ya Elokê ya li Serê Kaniyê îro careke din hat vekirin.

Ev gav bi armanca dayîna ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê û gundewarên wê hat avêtin.

Destpêkê bi awayekî tecrubeyî av ji bo bajarê Hesekê hat dayîn û ev hîn berdewam dike.

Piştî temamkirina xebatên çaksazî û sererastkirina xetên avê û amadekirina stasyonê, stasyon hat vekirin.

Bi xebitandina stasyona Elokê re û dayîna ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê û Til Temirê, tê payîn ku pirsgirêka avê ya ku bi salan e heye, çareser bibe.

Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr diyar kir ku weke destpêk wan 19 bîr li Stasyoma Elok vêxistin.

Mihemed Beşîr anî ziman ku gava bê ew ê hemû bîrên di stasyomê de aktîv bikin.

Her wiha di dawiyê de got ku armanca wan gihandina avê ji bo hemû xelkên bajarê Hesekê ye û wiha domand:

“Ev pêvajoya destpêkê wê avê bide 300 hezar kesî li Hesekê, gava duyem wê avê bighîne 500 hezar kesî.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye