PJAK'ê bersiv da îdiayên Trump: Me ji ti hêzekê çek wernegirtine

Berdevka Çapemeniyê ya PJAK'ê Gelawêj Ewrîn, der barê gotinên Serokê DYA'yê Donald Trump ên li ser çekdayîna Kurdan û peymana gengaz a di navbera Amerîka û Çînê de daxuyaniyek da. Gelawêj Ewrîn, îdiayên Trump red kirin û jê xwest eşkere bike, ka çek dane kê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump beriya niha gotibû ku wan ji çalakvanên Îranê re çek şandine û Kurdan dest daniye ser van çekan û ew bi kar neanîne.

Ji ber van gotinan, hinek derdoran Kurd kirin armanc.

Gelawêj Ewrîn: Bila Trump eşkere bike ka çek dane kê

Berdevka PJAK’ê Gelawêj Ewrîn bersiv da van îdiayan û wiha got:

"Weke PJAK`ê em ji Trump re dibêjin; tu nikarî Kurdan tawanbar bikî. Me ji ti hêzekê çek wernegirtine. 

Heke Amerîkayê çek dabin hin hêzan, wê demê bila eşkere bike ka daye kê, yan jî kîjan partiyan."

Berdevka PJAK’ê diyar kir ku ev gotin bi armanca reşkirina hêzên Kurdan û sorkirina Îranê tên gotin.

Her wiha bang li partiyên Kurd jî kir ku heke çek wergirtibin, bila ji raya giştî re eşkere bikin.

"Amerîka û Çînê li ser Îranê li hev kirine"

Gelawêj Ewrîn bal kişand ser polîtîkayên navneteweyî yên li ser herêmê jî.

Li gorî daxuyaniya Ewrîn, dibe ku Amerîka û Çînê di hinek mijaran de li hev kiribin û wiha domand:

"Dê li dijî Îranê destwerdaneke nû were kirin. Dibe ku dema wê kurt be, lê dê bi bandor be. Amerîka û Çînê li hev kirin ku Îran xwedî çekên nukleerî nebe.

Her wiha Tengava Hurmizê ji bo Çînê pir girîng e û dê hewl bide ku bi Amerîkayê re hinek peymanan çêbike."

Berdevka PJAK’ê Gelawêj Ewrîn di dawiya axaftina xwe de dubare kir ku Kurd li herêmê aktorekî sereke ne û hêza xwe tenê ji gelê xwe digirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye