Dewleta Îranê kiriyarên xwe yên bidarvekirin û girtina welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike.
Îro jî, girtiyê siyasî yê belûç Elyas Zeynedînî bi dar ve kir.
Li gorî ku rêxistinên mafên mirovan belav kirine, ev girtî bi rengekî veşartî hatiye bidarvekirin.
Ev ne cara yekem e ku dewlet girtiyan bi dizî bi dar ve dike, pirî caran dewletê ev rêbaz bi kar anîne, hem di bidarvekirina girtiyan de û hem jî di girtina welatiyan de.
Dadgehên dewleta Îranê, bi heman tewana ku li dijî hemû girtiyan bi kar tîne, ango “sîxuriya ji Îsraîl û Amerîkayê re” ew bi dar vekirin.
Dewletê weke şerê Îsraîl û Amerîkayê ji xwe re kiriye behane, da ku muxaleftên li Îranê bêdeng bike.
Welatiyên Kurd Sijad Weyîsî û Şayan Weysî di bin metirsiya bidarvekirinê de ne
Duh jî, du ciwanên Kurd ku birayên hev bûn, Mucteba û Meysem Weyîsî, bi guleyên Supayên Pasdarên Îranê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, dewlet niha jî dixwaze ji heman malbata her du kuştiyên Kurd Meysem û Mucteba, kurapên wan Sijad Weyîsî û Şayan weysî jî bikuje.
Piştî bidarvekirina Mucteba û Meysem Weysî, pêvajoya darizandinê leztir bû û dosyayên li dijî pismamên wan, Sicad Weyîsî û Şayan weysî, hatine vekirin û bi tawana "şerxwazî" ji bo dadgeha Kirmaşanê re hatin şandin.
Niha jî, di girtîgehên Dewleta Îranê de, di bin metirsiya bidarvekirinê de ne.