Hikûmeta başûrê Kurdistanê: Divê lîtreya benzînê bibe 850 dînar

Piştî bilindbûna berçav a bihayê benzînê li Başûrê Kurdistanê, hikûmetê biryar da ku bihayê benzînê erzan bike û ji 1400 dînarî daxe 850 dînarî. Ev biryara hikûmetê welatî kêfxweş kirin, lê xwediyên benzînxaneyan nîgiran in û dibêjin ku wan benzîn bi bihayê pir giran kiriye û nikarin bi erzanî bifroşin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî bilindbûna berçav a bihayê benzînê li Başûrê Kurdistanê ku bû sedema bertekên tund ên xelkê, piştî sê rojan hikûmet paşgav avêt û biryar da ku nirxê benzînê daxe.

Lê belê, biryara erzanbûna benzînê jî rastî bertekan hat.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Kurdistanê ji bo erzankirina nirxê benzînê ev peyam da:

“Pêwîst e hemû benzînxane lîtreyeke benzîna normal bi 850 dînarî bifroşin şofêran.

Hinek benzînxaneyên hikûmetê lîtreyeke benzîna normal bi bihayê 750 dînarî dabeş dike.

Her benzînxaneya ku pabendî biryarê nebe, dê rûbirûyî cezayan bibe.”

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw: Divê her kes pabendî biryaran bibe

Li ser heman mijarê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî axivî û bang aliyan kir ku pabendî biryaran bin.

“Ji îro û pê ve biryara firotina benzîna normal bi 850 dînarî li sînorê parêzgeha Hewlêrê tê cîbicîkirin.

Her kesê ku pabendî biryarê nebe, çi benzînxane, parzûngeh an jî kompanî be, em ê wan ceza bikin.”

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir: Em pabendî biryarê ne

Ev biryara Wezareta Samanên Sirûştî li parêzgeha Silêmaniyê, aliyên peywendîdar dabeşî du eniyan kir.

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir jî diyar kir ku ew pabendî wê biryarê ne ji bo wê mîqdara ku bi fermî û diyarkirî digihîje destê wan.

Dr. Heval Ebube diyar dike ku di rêya Rêveberiya Neft û Kaniyên Silêmaniyê re li ser çend benzînxaneyan tê dabeşkirin û bi nirxê fermî, wekî ku di biryarê de hatiye, tê firotin.

Berdevkê benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir: Em nikarin biryarê pêk bînin

Li gel van peyamên pêkanîna biryarê Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir peyameke cuda da û got:

“Niha em nikarin biryara hikûmetê cîbicî bikin ji ber ku nabe benzînxane benzînê bi giranî bikirin û bi erzanî bîfroşin”

Parlamenterê Fraksiyona Yekgirtû Dr. Musena Emîn: Sedema pirsgirêkê Îraq e

Ji aliyekî din ve, Parlamenterê Fraksiyona Yekgirtû Dr. Musena Emîn jî mijar wiha şîrove kir:

“Çend roj berê bihayê benzînê li Kurdistanê gihîşt 1400 dînarî.

Li hinek benzînxaneyan jî benzîna hikûmetê bi bihayê 750 dînarî dihat dabeşkirin.

Lê şofêr neçar bûn ku nêzî pênc demjimêran di dorê de bisekinin ji bo girtina benzînê.

Sedema vê yekê jî desteserkirin û yekdestdarkirina wê nefta xam e ku Îraq dide herêma Kurdistanê ji bo sotemeniya navxweyî ji aliyê du kompaniyan ve.”

Biryardarê Rewta Helwêst Elî Heme Salih: Dibe ku benzîna nebaş bidin

Biryardarê Rewta Helwêst Elî Heme Salih jî têkildarî qalîteya petrola ku nirxê wî hatiye kêmkirin de ev gumanên xwe anî ziman:

“Rast e hikûmetê biryar daye ku bihayê benzînê daxe,

lê guman heye ku kalîteya wê benzînê xirab be.”

Di dema niha de, beşek ji benzînxaneyên Başûrê Kurdistanê bihayê benzînê erzan kirine.

Lê beşekî din ji vê biryara hikûmetê nîgiran in û dibêjin eger em vê biryara hikûmetê cîbicî bikin, em ê rastî xisareke mezin werin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye