Namzetê YNK'ê Nizar Amêdî bû serokkomarê Îraqê

Endamê YNK'ê Nizar Amêdî Îro di hilbijartina Serokkomariya Îraqê de hat hilbijartin. Nizar Amêdî serokkomarê Îraqê di tûra duyemîn a hilbijartinan de bi piraniya (227) dengan hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro di seatên sibehê de civîna hilbijartina parlementoya Îraqê dest pê kir.

Di rûniştinê de 252 parlamenter amade bûn û dengên xwe dan.

Bi dengê 227 parlamenteran di tura duyemîn de Namzetê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî bû Serokomarê Îraqê yê nû.

Li aliyê din namzetê Yekgirtuya Îslamî Musena Emîn 15 deng bi dest xist û 7 deng jî vala çûn.

Piştî nîvro hilbijartina ji bo 18 namzetên Serokomariya Îraqê dest pê kiribû.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî Wezîrê berê yê Jîngehê û endamê polîtburoya partiya xwe, wekî berbijarê fermî ji bo posta Serokkomariya Îraqê destnîşan kiribû, Îro bû Serokomarê Îraqê.

Nizar Amêdî kî ye?

Nizar Mihemed Seîd Mihemed di qada siyasî de wekî "Nizar Amêdî" tê naskirin, di sala 1968'an de li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.

Nizar Amêdî di nava saziyên Îraqê de xwedî ezmûneke dirêj û dewlemend e.

Nizar Amêdî endezyarê mekanîkê ye û beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Mûsilê qedandiye.

Serokomarê Îraqê yê nû di nava du dehsalên borî de di postên herî bilind ên dewleta Îraqê de cih girtiye.

Di kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de ji sala 2022'an heta dawiya 2024'an wekî Wezîrê Jîngehê kar kiriye.

Di navbera salên 2005 û 2022'an de şêwirmendê sê serokkomarên berê (Celal Talebanî, Fuad Masûm û Berhem Salih) bûye.

Beriya niha jî Nizar Amêdî endamê Polîtburoya YNK'ê û berpirsê Ofîsa Polîtburoyê ya partiya xwe li Bexdayê bû.

Nizar Amêdî di gelek qadên navneteweyî de nûnertiya Îraqê û Başûrê Kurdistanê kiriye.

Li ser asta navneteweyî, Nizar Amêdî endamê şandeya Îraqê bû ji bo lûtkeyên Lîga Erebî li Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî û Kuweytê.

Di warê jîngehê de, ew di sala 2015'an de beşdarî lûtkeya COP 21 li Parîsê bû.

Hêjayî gotinê ye ku li gor destûra Îraqê ya ku 2005an de hate nivîsandin kursiyê Serokkomarê Îraqê divê para Kurdan be.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye