Qezaya trafîkê li destpêka deriyê bajarê Sineyê, li ser rêya Sine - Hemedanê rû da.
Her wiha tankera sotemeniyê ya ku 20,000 lître sotemenî hildigirt piştî qezayê wergeriya û teqiya û bû sedem ku agirekî mezin li ser rê derkeve.
Serokê Dadweriya bajarê Sineyê da zanîn ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku yek ji sedemên qezayê kêmasiyeke teknîkî di frêmên tankerê de bû.
Her wiha Dozeke qanûnî ji bo lêkolîna sedema vê qezayê hatiye vekirin.
Piştî vê qezaya dilsoj, parêzgarê parêzgeha Kurdistanê Arêş Lehonî du roj şîna giştî li parêzgehê ragihand.