Di gera 3'yemîn a US open de Elena Rybakina bi ser ket û cih di gera 16`an de girt

Turnuvaya US Open a jinan berdewame û niha jî derbasî qonaxên paşîn dibe. Elena Rybakina di gera 3yemîn de li hember Yulia Starodubtseva bi ser ket û cih di gera 16an de girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîstikvana Kazaxistanî Elena Rybakina bi serketina li hember Yulia Starodubtseva ya Ûkraynayê di setên rasterast de gihîşt gera 16 a turnuvaya tenîsê ya US Open.

Elena Rybakina, bi encama 7-6 û 6-3 lîstikvana li hember xwe têk bir û serkeftinek bi dest xist.

Di gera 16'an de jî, lîstikvana Kazaxistanî dê bi lîstikvana Japonî Naomî Osaka re bilîz e.

Coco Gauff û Mira Andreeva cih di gera 16'an a US open de girtin

Di heman turnuvayê de lîstikvana Amerîkî Coco Gauff di du saetên rasterast de Cristina Bocca têk bir û derbasî gera 16`an bû.

Her wiha, lîstikvana Rûsî Mira Andreeva li hember lîstikvana Çekî Nicola Bartonkova bi ser ket û cih di gera 16`an de girt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye