Piştî maçeke balkêş û bi heyecan, Carlos Alcaraz di çaryekfînalê de li hemberî Khachanov bi ser ket û cihê xwe di nîvfînala Exxon Mobil ya vekirî de girt.
Carlos Alcaraz di maça yekemîn de bi 7-6 (7-3) winda kir, lê di maça 2'yemîn de 6-4 bi ser ket.
Alcaraz performansa xwe ya balkêş bi serkeftina di maça 3'yemîn de bi 6-3 berdewam kir û navê xwe di nîvfînalê de nivîsand.
Andrey Rublev jî li hember Stefanos Tsitsipas bi encama 6-3, 7-6 (7-2) ser ket û di nîvfînalê de bû rakîbê Carlos Alcaraz.