Spanyayê Portugal têk bir û derbasî çaryekfînalê bû

Her ku diçe heyecana Kûpaya Cîhanê bilindtir dibe û ber bi dawî ve diçe. Di tura 16an de, Spanyayê bi gola Merino ya di deqeya 90+1an de Portugal 1-0 têk bir û derbasî çaryekfînalê bû. Tîma Matadors, di şeş maçên xwe yên dawî de dîrok nivîsandin. Ev Kûpaya Cîhanê ya dawî bû ji efsaneyê fûtbolê re Cristiano Ronaldo ku bi hêsran ji qadê derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Spanya û Portugal di tûra 16an a de hatin beranberî hev.

Nîva yekem a maçê, ku li Stadyuma etiyentî AT&T hate lîstin, bê gol bi dawî bû.

Nuno Mendes di deqeya 56an de ji ber birîndarbûnê hate guhertin. li şûna wî Nelson Semedo,hate hilbijartin.

Di deqeya 90+1an de, Merino gol avêt û tîma xwe xist pêş.

Di beşa mayî ya maçê de golên din nehatin avêtin û Spanya bi serkeftina 1-0 derbasî çaryekfînalê bû.

Tîma Matadorsa dê bi Belçîkayê re rûbirû bimînên.

Spanya piştî 16 salan cara yekem e gihîşt çaryekfînalê

Spanya piştî ku Portekîzê têk bir, ji sala 2010'an vir ve cara yekem gihîşt çaryekfînalê.

Tima  Spanya piştî ku di tûrnûvaya sala 2010'an de bi ser ket, cara yekem gihîşt heşt tîmên dawî.

Spanya di dîroka Kûpaya Cîhanê de bû yekem tîma ku li dijî Portekîzê gol nexwar û şeş maçên li pey hev bêyî ku gol xwar qedand.

Piştî ku maça xwe ya dawî ya 2022'an 0-0 wek hev bi dawî kir, Spanyayî di sala 2026an de 5 maç bê gol xwar û derbas kirin.

Spanya serkeftina xwe gihand 35 maçan

Spanyayê bi serkeftina xwe ya li dijî Portugalê rêzeya xwe ya bêşikestin di hemû pêşbirkan de gihand 35 maçan.

Ev rêzeya wan a herî dirêj a bêşikestin ji sibata 2007-hezîrana 2009-an vir ve ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye