Şerekî tund di fînala li Brezîlyayê de çêbû, 23 kartên sor hatin dayîn

Di fînala Kampionatato Minero ya ku li Brezîlyayê di navbera taximê Atletico Mineiro û Cruzeiro de hate lîstin, ji ber şerekî di navbera herdû taximan de 23 lîstikvanan, kartên sor wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di maça Atletico Mineiro û Cruzeiro ya fînala turnuvaya futbolê ya herêmî "Campionato Mineiro" şerek di navbera lîstikvanan de çêbû û 23 kartên sor hatin dayîn.

 

Maça di navbera Atletico Mineiro û Cruzeiro di fînala turnuvaya herêmî ya Campeonato Mineiro de, bi şerekî tund di navbera lîstikvanên herdu klûban de hate xerakirin.

 

Şer di dema zêde de çêbû piştî ku lîstikvanê Cruzeiro Cristian golparêzê Atletico Mineiro Iverson dehf da, ku piştre Iverson bersiv da û wî jî dehf da lîstikvanê Cruzeiro.

 

Ev yek bû sedema pevçûnek girseyî, lîstikvan û karmendên herdu tîman bi hev ketin.

 

Wergirtina 23 kartên sor bû bûyereke dîrokî

 

Di encamê de, hakem 23 kartên sor da 12 lîstikvanên Cruzeiro û 11 lîstikvanên Atletico Mineiro û ew ji lîstikê derxistin.

 

Ev 23 kartên ku lîstikvanan wergirtin bû bûyereke dîrokî di lîstika fotbolê de.

 

Di maçên navneteweyî yên girîng de, hejmara wergirtina kartên sor pir kêmtir in.

 

Wekî maça Battle of Nuremberg di Kûpaya Cîhanê ya 2006'an de bû, ku tenê 4 kartên sor û 16 kartên zer hatin dayîn.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye