Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, qala hevdîtina dawî ya bi Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Abdullah Ocalan, ji Omer Ocalan re wiha gotiye: “Li ser ziman, çand û hebûna Kurdan polîtikayên asîmîlasyonê hene. Lê dema ku hêza we ya siyasî tune be, hişmendiya we hatibe parçekirin ziman jî dê qels bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, di 26'ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

 

Di hevdîtinê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî cih girt.

 

Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîde de tê ragirtin.

 

Bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re cara 6'an bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.

 

Raya giştî ya cîhanê fikir û nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê ji nêzîk ve bi baldarî dişopîne.

 

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, di derbarê naveroka hevdîtinê de wiha axivî:

 

 

'Ji bo çar aliyên Kurdistanê xebat tê meşandin'

 

"Ew cara 6'an e, em bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin.

 

Di vê hevdîtinê de, ji aliyê fizîkî ve Serok Apo bêhtir xurt bû. Bi hevalên li wir re xebateke mezin dimeşînin.

 

Ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ji bo çar aliyên Kurdistanê xebat tê meşandin.

 

Ji bo Tirkiyê, dê pêşerojeke çawa bibe, têkiliya Kurd û Tirkan dê çawa bibe.

 

Li ser van mijaran gelek xebat tên kirin. Ew ne xebatên rojane ne. Xebatên stratejîk in.

 

Bi stratejiyeke mezin herêma Rojhilata Navîn dê çawa bê dîzaynkirin Serok Apo ji bo wê dixebite. Lê Serok Apo di aliyê fîzîkî de bêhtir xurt bû."

 

Omer Ocalan, diyar kir ku Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dewletê û ji bo siyaseta demokratik nirxandinên berfireh kiriye û got:

 

"Serok Apo got ku heta niha çek hebûn, lê niha li şûna çekan siyaseta demokratik û hiqûq heye.

 

Serok Apo li ser vê yekê got ku divê saziyên demokratik û siyaseta demokratîk bên avakirin.

 

 

'Divê dewlet jî hinek tiştan qebûl bike'

 

Serok Apo got:

``Li ser ziman, çand û hebûna Kurdan polîtikayên asîmîlasyonê hene.

 

Lê dema ku hêza we ya siyasî tune be, hişmendiya we hatibe parçekirin, ziman jî dê qels bibe.

 

Ji bo vê yekê jî lazim e, hêza siyasî hebe û hişmendiyeke xurt û koordînekirî hebe.

 

Heke hişmendiyeke belavbûyî hebe, ew nabe hêz. Dê ziman û aliye çandî jî dê qels û belavbûyî be.``

 

Ji bo dewletê jî got:

``Divê dewlet jî nerm bibe û di aliyên hiqûqî û siyasî de gavan biavêje. Tiştên ku dewlet bike ew e ku van gavan biavêje ye."

 

 

‘Divê qeyûm rabin û hevşeredar vegerin ser karên xwe’

 

Omer Ocelan anî ziman ku Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de qala qeyûman û bêhtir jî qala Şeredariya Mêrdînê kiriye û got:

 

"Divê qeyûm rabin û hevşeredar vegerin ser karên xwe.’

 

Serok qala erkên ku dewlet bike û em bikin dike.

 

Dibêje ‘Divê nevaroka komînan bên avakirin û dagirtin.'

 

Êdî di pratîkê de em dikarin çawa encamê bistînin.

 

Ji bo DEM Partiyê jî got:

 

``Divê hêza xwe ji sêdî 50 zêdetir bike.

 

Divê hûn bi gel re bixebitin. Herêma Botanê ji bo me girîng e.``

 

Li wir şerê taybet jî hat meşandin. Ji bo wê jî divê li wê herêmê xebateke taybet bê meşandin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye