"Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezin e"

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newrozê peyamek da û got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezin e. Li aliyekî din, partiyên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek. Her wiha beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan, tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî Newrozê û rewşa dawî peyameke nivîskî da.

 

Di destpêka peyamê de, ev hat gotin: “Newroz ji bo Kurdan ne tenê nûbûna xwezayê ye, ew sembola têkoşîn û xweragirî, rabûn û jiyanê ye.

 

Destkeftiyên civaka sivîl yên ji bo birêvebirina Newrozê girîng in.

 

Ev destkeftî encama têkoşîna wê westana gelê Kurd û hêzên siyasî yên ku bi salan e li hemberî her cure tundî, çewisandin, bikaranîna her cure siyaset û komployên dewleta Îranê ye, ku serê xwe ne tewandine û çok danenîne erdê.”

 

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dewleta Îranê agirê şer li herêmê pêxistiye û wiha hat gotin:

 

“Beriya vî şerî bi hezaran xwepêşanderên azadiye yên li kolanên Kurdistan û bajarên din yên Îranê hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin û bo girtîgehan ve hatine veguhastin.

 

Li gel vê yekê, hemû mafên siyasî, neteweyî û civakî yên Kurdan û bi taybetî yên jinên Kurd li welatên wan kirine dojeh.

 

Niha jî ji ber polîtîkayên xwe yên xirab û piştgirîkirina terorîzma dewletê, pêşîgirtina aramî û aştiyê ya li herêmê û cîhanê şerekî mezin destpê kiriye.

 

Îran rojane navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi muşek û dronan dike armanc.

 

Bi wê xeyalê ku wê pêşiya têkoşîn û xebata rizgariyê bigire.

 

Bê guman, ev êrişên dawî ya rejîmê di qonaxa sekeratê de ye ne nîşana bihêzbûnê ye.”

 

Di beşek din ya daxuyaniyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser cejna Newrozê û wiha hate diyar kirin:

 

“Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezine.

 

Li aliyekê partiyên têkoşer di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek.

 

Li aliyê din beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.

 

Di pîrozbahiya Newrozê de ji bo xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku ne muşek, ne teror û ne jî zexteke siyasî û ewlehiyê wê gavên me sist nekin.

 

Em ê hemû bi yekrêzî û Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê ber bi qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê ve ku siberoja me diyar dike û ber bi serketineke nêzîk û rûnîtir ve diçîn."

 

Hevpeymaniyê di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got:

 

"Cejna Newrozê û hatina sersalê li gelê Kurd pîroz dikîn, şehîdên xwe bibîr tînîn.

 

Bi taybet şehîdên serhildana dawî yên li Kirmanşan, Îlam û herêmên din yên jêra Kurdistanê bibîr tînîn.

 

Li dijî êrişên muşekan yên rejîma Komara Îsalmî daxwaz ji xelkê Kurdistanê, hemû beşan dikin xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin di vê qonaxa hestyar de û destkeftiyên xebatên bi salan biparêzin.

 

Careke din di vê Newrozê de peyama xebat û têkoşînê nû dikin.

 

Bi serdankirina malbatên şehîdan, zarokên wêrek yên welat bibîr tînîn û bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serketinê ve gav bavêjin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye