Dewleta Îranê 2 ciwanên Kurd bi darve kir

Dewleta Îranê 2 ciwanên Kurd ên ji Îlamê ku beşdarî xwepêşandanên 28'ê Kanûnê bûbûn, bi darve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê 2 ciwanên Kurd ên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî krîza aboriyê ya 28'ê Kanûna 2025'an bûbûn, bi darve kir.

 

Ciwanê bi navê Daniyal Kerameti yê 19 salî û Muhsin Azîmnîa yê 20 salî, bi hinceta ku di meha çileyê de li Îlamê beşdarî xwepêşandanan bûne, hatibûn girtin û darizandin.

 

Hate ragihandin ku cezayê bidarvekirinê yê her du ciwanan hatiye erêkirin û serê vê sibehê hatine darvekirin.

 

Li gorî hinek agahiyan ji 28'ê Sibatê ve, ku pêla êrîşan dest pê kiriye heta niha bi giştî 5 ciwan bi hinceta beşdarbûna di xwepêşandanên 28'ê kanûnê de ji aliyê dewleta Îranê ve, hatine bidarvekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye