li 5 bajaran pîrozbahiyên Newrozê îro tên lidarxistin

Bi dirûşma "Em Newrozê bikin cejna Azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan", îro li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Kobanê, Şam û Helebê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, Komîteyê amadekar a Newrozê ragihand ku dê di 21’ê Adarê de li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.

 

Û li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahî taloq bûn û dê di 24'ê Adarê de, Newroz bê pîrozkirin.

 

Pîrozbahî wê bi dirûşma "Em Newrozê bikin cejna Azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan" were pîrozkirin.

 

Şêniyên bajar û gundewarên Çilaxa û Girkê Legê dê îro li gundê Hilêq, şêniyên Dêrikê li qada Şehîd Çîçek, şêniyên Amûdê li gundê Çaxir Bazar û yên Kobanê dê li girê Miştenûr pîroz bikin.

 

Kurdên li Şamê jî dê îro Newrozê li herêma Meşrû Dumer-Staduyma Feyha- nêz Nexweşxaneya Dil pîroz bikin û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li herêma Şiqêf Newrozê pîroz bikin.

 

Komîteyê amadekar a Newrozê qad û dikên pîrozbahiyên bi al û sembolên kurdî xemilandine.

 

Newroza li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Amûdê, dê 24ê mehê di saet 11.00'an de li cihên ku berê hatibûn diyarkirin wê were pîrozkirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye