Koleja TED’ê ya li Amedê, bi munasebeta Cejna Zimanê Tirkî bername li dar xist.
Di bernameyê de fermana Karamanoglû Mehmet ku ji bilî Tirkî hemû zimanan qedexe ne, bi xwendekara dan xwendin.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Egîtîm Senê a Wanê Mûrat Atabay têkildarî vê mijarê bertek nîşan da.
Mûrat Atabay destnîşan kir ku di dibistanan de Tirkbûnê weke nasnameya serdest di bin hişê zarokan de bicih dikin.
Divê di warê perwerdehiyê de cih nedin polîtîkayên bişaftin û înkarê û got ku ev demek dirêj e ji ber Tirkperestiyê pergala perwerdehiyê rexne kirin e.
Mûrat Atabay: Perwerdeya tê dayîn divê civakî be ne îdeolojîk be
Mûrat Atabay anî ziman ku ew bi salan e tînin ziman ku divê perwerdeya li ser esasê nîjadperestiyê û bişaftinê hatiye avakirin bê guhertin û perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn.
Her wiha perwerdeya tê dayîn divê civakî be ne îdeolojîk û perwerde li ser esasê zanisî û wekheviya zayendî were dayîn.
Mûrat Atabay: Divê malbat nehêlin zarokên wan bi van çalakiyan rabin
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Egîtîm Senê a Wanê Mûrat Atabay di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin û nehêlin zarokên wan çalakiyên bi vî rengî bikin.