Karamûs: Tirkiye di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de ne cidî ye

Hevserokê Kongre Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî polîtîkayên Tirkiyê yên Suriyê û pirsgirêka Kurd de got: “Tirkiyê Şamê wekî sabotajeke stratejîk bikar tîne û dixwaze Kurdan tasfîye bike.” Her wiha Karamûs, listikên li ser ENKS`ê têne meşandin ku dixwazin bi tena xwe bi Şamê re hevdîtinê bikin jî destnîşan kir û got: "Ev helwesta parçekirî ji bo Kurdan pir metirsîdar e û ev tabloya ku dewleta Tirk dixwaze ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê KNK`ê Ahmet Karamûs li ser helwesta Tirkiyê ya li dijî Rojava û pirsgirêka Kurd axivî û eşkere kir ku Tirkiye li hember helwesta Kurdan ya ji bo diyalog û Aştiyê bi nêzîkatiyeke derveyî samîmiyetê tevdigere.

Karamûs diyar kir ku Kurdan ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe her gav avêtin, lê belê Tirkiye di vê pêvajoyê de ne dirust û ne pêbawer tevdigere.

 

Karamûs: Hakan Fîdan li dijî destkeftiyên Kurdan kar dike

 

Karamûs destnîşan kir ku li Tirkiyê pêvajoyeke çareseriyê û pevçûnek heye û got: “Ev dewleta kûr bi taybetî bi rêveberiya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan tevdigere û Fîdan li dijî destkeftiyên Kurdan li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê bi awayekî domdar dijminatiyê nîşan dide.”

Karamûs rola neyînî ya Fidan ya di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de bibîrxist û wiha domand: “Fidan di sabotekirina wê pêvajoyê de bi bandor bû, îro jî bi heman zihniyetê nikare tehemûlî wê yekê bike ku kurd li cihekî statuyê bi dest bixin û da zanîn ku Fidan nijadperest û dijminê Kurdan e."

 

Karamûs: Modela Rojava ji bo Tirkiyê jî mînakeke ku were esasgirtine

 

Karamûs di dirêjiya nirxandinên xwe de da xuyakirin ku, Modela Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn dibe mînakeke rêveberiyê û Tirkiye jî dikare ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê modelê esas bigre.

Karamûs bal kişand ser Konferansa Yekîtiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di 8’ê Tebaxê de li Hesekê hatibû lidarxistin û got:

“Hesekê vîzyoneke ku cihêrengiyên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne pêşkêş kir. Modeleke pirreng, dikare kaosa piştî şerê navxweyî asteng bike û hawirdora pevçûnan bi dawî bike."

Hevdîtinên ku li Parîsê di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û hikûmeta veguhêz a Şamê de hatin plankirin ji ber zextên Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hevdîtinên Parîsê, ji bo nîqaşkirina mafên Kurdan û bicihanîna Peymana 10’ê Adarê zemînekî zelal pêşkêş dikir.”

 

Karamûs: Divê ENKS’ê neyê lîstokên xerabkirina yekitiya Kurdan

 

Karamûs têkildarî civîna ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan a di 26’ê Nîsana 2025’an de li Qamişlo hate kirin de jî wiha got: “Di tabloya giştî de yekîtiya Kurdan neçariyek bû, Daxwaza raya giştî ya Kurdan jî di vî warî de bi hêz bû.”

Her wiha Karamûs listikên li ser ENKS`ê têne meşandin ku dixwazin bi tena xwe bi Şamê re hevdîtinê bikin jî destnîşan kir û metirsiya mijarê wiha anî ziman: "Ev helwesta parçekirî ji bo Kurdan pir metirsîdar e. Ev tabloya ku dewleta Tirk dixwaze ye. Em weke KNK’ê vê yekê qet napejirînin. Divê Kurd ji navendeke yekane û bi vîna peymana 26’ê Nîsanê tevbigerin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24