Mehmet Ocalan: Serok ji çavê xwe emeliyata katarakt kiriye

Birayê Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku 21`ê Adarê Hevdîtin kiribû derbarê hevdîtinê de ev agahî da: “Serok di çavê xwe de emeliyata katarakt bûye. Ji aliyê fîzîkî ve bêhal û extiyarbûyî xuya dikir. Di bin şert û mercên tecrîdê û vî cihê ku rêjeya wê ya nemê lê zêde ye de, girtina wî, xeteriyek jiyanî ye. Ji aliyekî din ve, serok careke din daxwaz kir ku ji bo perwerdeya zimanê kurdî divê qanûn bên derxistin”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

21'ê Adarê malbat û parêzgerên Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin kirin.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hatî kirin de, ev hişyarî da:

"Serok ji aliyê fîzîkî ve bêhal û extiyarbûyî xuya dikir.

Di bin şert û mercên tecrîdê û vî cihê ku rêjeya wê ya nemê lê zêde ye de girtina wî, xeteriyeke jiyanî ye."

Mehmet Ocalan ragihand ku wî bi kurê xwişka xwe Fatma Ocalan, Alî Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re çû Îmraliyê û hevdîtin kir.

Ocalan diyar kir ku bi birayê xwe re nêzî saetekê hevdîtin kirine û bi parêzeran re jî saetekê hevdîtin kiriye.

Mehemet Ocalan diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan, çavê xwe emeliyat kiriye û got:

"Di çavên Serok de, ev demeke dirêj e pirsgirêk hene.

Di nava malbata me de genetîk e. 

Wî got, car din ji çavê xwe emeliyata katarakt kiriye."

 

Mehmet Ocalan: Serok got divê ji bo zimanê Kurdî qanûn bên derxistin

 

Ocalan destnîşan kir ku di hevdîtinê de sernavên sereke jî nirxandine û wiha got:

"Em têkildarî pêvajoyê axivîn. Diyar kir ku di nava çend hefteyan de dibe hin pêşketin çêbibin.

Destnîşan kir ku ji bo aştiyê tevkariyên wan didomin, 24 saet ji bo vê dixebitin. Lê belê da zanîn ku ev pêvajo yekalî jî pêşde naçe.

Got, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşketina çareseriyê çi ji destê wî were dike. Hem ji aliyê pêvajoyê ve hem jî weke giştî dîsa li ser meseleya jinê nirxandin kir. 

Di hevdîtinê de bi taybetî me meseleya çand û zimanê Kurdî jî nirxand. Min jê re got, em di aliyê Kurdî de di demeke pir krîtîk de ne.

Min got, ji sedî 80’ê Kurdan ziman û çanda xwe winda kirine. Wî jî bi bîr xist ku ji bo çand û zimanê Kurdî tune nebe, ew 50 sal in têdikoşin û têkoşînê didomînin.

Got, zimanê Kurdî divê bi qanûnan were parastin. Diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.

Ev gotina min maye di hişê wî de ku piştre bi parêzerên xwe re jî ev mijar axivî ye.

Têkildarî parastina nirxên çandî û yên Kurdî, taybet nirxandin kirin.”

 

Mehmet Ocalan: Divê demildest Serok ji Îmraliyê were derxistin

 

Mehmet Ocalan diyar kir ku li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda li hemberî birayê wî Abdullah Ocalan de ti guhertin çênebûne û ev yek tenduristiya wî jî bandor dike. 

Ocalan şert û mercên giran ên girtina birayê wî, wisa bilêv kir: "28 salan hesin di van şert û mercan de be, wê birize."

Di dawiyê de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ev hişyarî kir: 

"Weke kesekî ku 28 sal in herî zêde çûyî serdana Serok ez dikarim vê bêjim ku di vê hevdîtinê de, li ber çavê min ji aliyê fîzîkî ve extiyarbûyî xuya dikir. Lê navbera me tenê du sal hene. 

Moralê wî baş bû û têkildarî tenduristiya xwe, ji derveyî çavê xwe tiştek din negot. Lê di vê qonaxa dawî de min dît ku zehmetî dikişand. Min dît ku ev tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê tehdeyeke mezin li bedena wî kiriye. 

77 salî ye û êdî nayê qebûlkirin ku di vê şert û mercên tecrîdê û rêjeya bilind a nemê de bê girtin. Weke malbata wî em li dijî vê yekê ne. Girtina wî ya di van şert û mercan de, êdî xeteriyeke jiyanî ye.

Ez ji vir dixwazim bang li dewletê bikim: Serok pira navbera gelan e, bi tena serê xwe di nava şert û mercên giran de hewl dide meseleyeke ku ti kes pê nikare, çareser bike. Lewma divê dewlet baldar be.

Divê ev şert û mercên tecrîdê demildest bên guhertin. Ji bo tenduristiya Serok pir xeter e ku di van şert û mercan de bimîne. Gotina vê yekê di serî de wezîfeya min a mirovî ye. 

Dibe hin nivîskar û hwd bêjin Îmralî bi ewle ye, lê ez ê vekirî bêjim eger li wir bimîne xeterî li ser jiyanî wî heye. Ez vê weke kesekî ku herî zêde çûye giravê, dibêjim. Êdî 77 salî ye. 

Divê demildest şert û mercên fîzîkî yên Serok bên guhertin û ji Îmraliyê were derxistin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye