Entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser bi dewletê re berdewam dike

Ji giringtirîn dosyayên li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, dosyaya entegresyonê ye ku çavê her kesî li rêveçûna wê ye. Di vê çarçoveyê de û ji bo pêkanîna Peymana 29`ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê de, civîn di navebra her du aliyan de berdewam dikin. Herî dawî di navbera Desteya Jin a Cizîrê û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de rêzecivîn hatin lidarxistin. Hat ragihandin ku Desteya Jin a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin. Li gorî lihevhatinê wê nivîsgeh û navendên Desteya Jin a Cizîrê xebatên xwe berdewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Entegerasyona di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bi rê ve diçe.

Peymana 29`ê çileyê ji bo entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye.

Heta niha Şervanên QSD`ê saziyên Hikûmetê û dibistanên Rêvebriya Xweser entegrey saziyên Dewletê dibin.

Desteya Jin bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re entegre dibe

Herî dawî di navbera Desteya Jin a Cizîrê û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Veguhêz de rêzecivîn hatin lidarxistin.

Piştî civînan, hat ragihandin ku Desteya Jin a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin.

Navendên Desteya Jin berdewam dibin di karê xwe de

Li gorî lihevhatinê, dê nivîsgeh û navendên Desteya Jin a Cizîrê xebatên xwe berdewam bike.

Beriya niha jî berpirsên Desteya Jinê gelek hevdîtin li Şamê pêk anîbûn.

Di 5’ê Tîrmehê de nûnerên Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser cara duyem li Şamê bi Desteya Malbat û Nifûsê  ya Hikûmeta Veguhêz re hevdîtin pêk anîbû.

Di wê hevdîtinê de girêdayî entegrasyonê, rewşa karmend û saziyên girêdayî desteyan nîqaş hatin pêşxistin. 

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser cara yekemîn, ji bo mijara entegrasyonê, 19`ê Gulanê bi Desteya Malbat û Nifûsê ya Hikûmeta Veguhêz re re civiyabû.

Mekanîzmayên ji bo koordînasyon û xebata hevbeş a di qonaxa pêş de hatibûn nîqaşkirin. 

Her wiha ji bo ku rola saziyên ku bi pirsgirêkên jinan, malbat û nifûsê re eleqedar dibin di çarçoveyek sazûmanî ya yekgirtî de were xurtkirin, nirxandin.

Di civînan de pêvajoya entegrasyonê tê nîqaşkirin

Di civînê de mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina hevkariyê û dan û standina pisporiyê di navbera her du aliyan de, hate nîqaşkirin. 

Hat diyarkirin ku her du alî hedef dikin ku ev yek bibe alîkar ku hebûna jinan di warên cûrbecûr ên xebata saziyan de bi hêz bibe.

Her wiha prensîbên hevkarî û entegrasyonê di pêşkêşkirina xizmetguzarî û xebata îdarî de xurt bibe.

Bi êrîşên ku di 6’ê çileyê de li ser Rojavayê Kurdistanê hatin destpêkirin û peymana ku di 29’ê çileyê de hat îmzekirin li seranserî Rojava mijara entegrasyonê ket rojevê. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24