PDK`ê bang li Bexdayê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne

Fraksiyona PDK`ê ya li Parlamentoya Îraqê, êrîşa dronan a duh bi şev a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fraksiyona PDK`ê, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

 Her wiha bal kişand ser êrîşa li ser malên sivîlan ku herî dawî jin û mêrek di nav mala xwe de jiyana xwe ji dest dabûn.

 Fraksiyonê, ev kiryar wekî "tawaneke hovane" pênase kir û rexne li Hikûmeta Îraqê girt û wiha got:

 "Bêdengiya siyasî û nebûna rêkarên pratîkî yên hikûmeta federal, ne tenê nîşaneya bêdesthilatiyê ye, lê belê bûye teşwîqeke nerasterast ji bo wan kesên ku li pey van kiryarên terorîstî ne."

 PDK`ê, daxwaz ji Bexdayê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û rê nede ku axa Îraqê bibe qada şer.

·        

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye