Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê hewildanek reva komî ya 56 kesên ji malbatên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê têk bir.
Her wiha wan kesan hewl didan bi rêya erebeyeke mezin a (Hyundai) birevin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên girtî ji bo destpêkirina lêpirsînên berfireh û eşkerekirina şert û mercên vê operasyona têkçûyî ji beşên me yên ewlehiyê yên pispor re hatin veguheztin.
1ê mehê jî 30 malbatên DAIŞê hewildan birevin ew hewildana wan jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindûrîn ve hate têkbirin.