7 roj di ser meha tîrmehê re derbas dibin, lê hîn li Başûrê Kurdistanê mûçeyê meha hezîranê nehatiye dayîn.
Hikûmeta Îraqê ji bo hinartina mûçeyên mûçexorên Başûrê Kurdistanê hinek merc danîne, lê belê hikûmeta Başûrê Kurdistanê dibêje ku ew nikarin vê mercî bicihbnin.
Bexda ji Hewlêrê daxwaza 120 milyar dînarî dike
Hikûmeta Îraqê her meh nêzî 950 milyar dînarî ji bo dabeşkirina mûçeyên mûçexoran ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re dişîne, lê beriya şandina vî kojmê perey, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê nêzî 120 milyar dînarên dahata navxweyî ya ne-petrolî ji bo Îraqê vegerîne.
Di niha de hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide ku şandina vî kojmê pereyî ji bo hikûmeta Îraqê kêm bike, bi hinceta wê yekê ku dahata navxweyî ya Kurdistanê kêm bûye.
Ji bo vê mebestê, di hefteya borî de şandeke Wezareta Darayî û Aborî ya Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê kir û ligel Wezîrê Darayî û Aborî yê Îraqê falih sarî civiyan.
Lê Wezîrê Darayî û Aborî yê Îraqê ji şanda Herêma Kurdistanê re ragihandibû ku ew nikare vî pereyî ji 120 milyar dînarî kêmtir bike û biryareke weha ne di deshilata wî de ye, divê Encûmena Wezîran a Îraqê vê biryarê bide.
"Divê dahatên Başûrê Kurdistanê ji bo xezîneya dewletê bên vegerandin"
Ji ber wê yekê, di civîna borî ya Encûmena Wezîran a Îraqê de, Serokwezîrê Îraqê Elî zeydî ragihand ku ew radestkirina dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê ya kêmtirî 120 milyar dînarên îraqî qebûl nakin.
Wî her wiha got ku divê dahatên Herêma Kurdistanê şefaf bin û hemû dahat ji bo xezîneya dewletê bên vegerandin.
Hevdem, Wezîrê Darayî û Aborî yê Îraqê ji şanda hikûmeta Başûrê Kurdistanê re ragihandiye:
"Tu caran ez mûçeyên mûçexorên Başûrê Kurdistanê paş naxînim, lê divê hikûmeta Kurdistanê 120 milyar dînarî ji bo Îraqê vegerîne, an na em ê vî pereyî ji mûçeyê herêmê bibirin.
Mesrûr Barzanî: Ti bingeheke yasayî ji vegerandina 120 milyar dînarî re tune ye
Beriya niha jî Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku vegerandina 120 milyar dînarî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tu bingehên xwe yên yasayî nînin.
Wî her wiha gotibû ku di dema xwe de ev biryar ji aliyê kesekî bi tenê ve hatiye dan.
Dahata Başûrê Kurdistanê ji 320 milyarî daketiye 85 milyar dînarî
Berpirsên hikûmeta Başûrê Kurdistanê dibêjin ku dema wan li ser radestkirina 120 milyar dînarî ligel hikûmeta Îraqê lihevkirin kiribû, dahata navxweyî ya Başûrê Kurdistanê 320 milyar dînar bû. Lê niha dahat kêm bûye û daketiye nêzî 85 milyar dînarên Îraqî.
Li gorî rêkeftineke, divê Başûrê Kurdistanê rojane 200 hezar bermîlên petrolê û mehane 120 milyar dînar ji dahata ne-petrolî radestî hikûmeta Îraqê bike. Di hember de, hikûmeta Iraqê mehane nêzîkî 950 milyar dînarên Îraqî ji bo mûçeyê mûçexoran radestî hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike.