Di 29'ê Çileyê de, rêkeftinek di navbera Hikûmeta Sûriyê ya Demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, hat îmzekirin.
Di rêkeftinê de, agirbestek hat ragihandin da ku pêvajoyeke entegrasyonê ya hêzên leşkerî û îdarî pêk were.
Duh jî, civînek di navbera Hikûmeta Sûriyê ya Demkî û QSD'ê de, pêk hat.
Entegrekirina çend tugayan di nav artêşa Sûriyê de hat nîqaşkirin
Rayderan, eşkere kirin ku di civînê de, entegrekirina çend tugayan di nav firqeyên artêşa Sûriyê de hatine nîqaşkirin.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî, ragihand ku di civînê de, hejmareke mijarên din ên têkildarî bicihkirina leşkerî û gavên îdarî jî, hatine nîqaşkirin.
Heya niha hin gav di derbara rêkeftinê de, hatine avêtin.
Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Demkî, ketin navenda Hesekê û Qamîşloyê.
Hikûmeta Demkî, serdana deriyên sînor û balefirgeha Qamişlo kir.
Tevî ku hin gavên erênî hatine avêtin jî, lê heya niha, di derbarê guhartina dîlgirtiyan de, ti gav nehtine avêtin.
Li gorî rêkeftinê, divê hemû sazî, dergehên sînor û benderên sivîl, bi awayekî hevbeş werin birêvebirin.