Piştî 2 sal û nîv qedexeya li ser balafirgeha silêmanîyê hat rakirin

Piştî hevdîtina Nêçirvan Barzanî û Erdogan biryar hat girtin ku qedexeya li ser balafirgeha Silêmaniyê were rakirin.Di encamê de duh bi şev qedexeya liser balafirgehê hat rakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh şev Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ev biryar di encama hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hatiye dayîn.

Her wiha Serokê Têkiliyên Xeta Esmanî ya Tirkiye Yehya Ustun da zanîn ku wê di demek nêzîk de firîna balafiran ya Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê destpê bikin.

Dewleta Tirkiye 3’yê Nîsana 2023’an ve geştên Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê rawestandiye û berdewam bi bihaneyên cuda, cezayê heyî dirêj dikir.

Berê jî PDK berdewam bi rêya dezgehên Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re agahiyên şaş daye Tirkiyeyê. Her wiha jê daxwaz kiriye ku cezayên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24