Saziya Dije Terora Îraqê di daxuyaniyek de ragihand ku Hêzên Dije Terora Îraqê li parêzgeha Nînowa û Kerkûkê du operasyonên ewlehiyê lidarxistine.
Di encamê de 2 endamên DAIŞ’ê hatine girtin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku hêzên wan çend operasyonên lêgerîna li baregeh û veşartgehên DAIŞ’ê jî li parêzgeha Diyale û Selahedîn pêkanîne.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha jî li Silêmanî û Enbarê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.