Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku mala Serokê PAK’ê hatiye hedefgirtin.
PAK'ê eşkere kir ku bi 3 dronan êrîşî baregeha wan a li ser sînorê Dêgeleyê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşan de mala Serokê PAK'ê Hisên Yezdan Pena û mala welatiyekî sivîl hatiye hedefgirtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku şeva borî jî 10 caran bi dronan êrîş li ser kamp û baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye û di heman demê de êrîşî baregeha Komeleya Şoreşgeran a Kurdistanê ya li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn kirin.