Di êrîşa li ser Heyfayê de 2 kes hatine kuştin

Şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de berdewam dike, Îran di çarçoveya bersivdayînê de êrîşên xwe yên li dijî baragehên Amerîkî yên herêmê û Îsraîlê didomîne. Behreyn, Îmarat û Kuwetê ji destpêka şer heya niha rastî êrîşên Îranê tên. Îro jî Kuweyt 60, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî 31, Behreyn 2 êrîşên Îranê têkbirine. Heşda Şebî jî, ragihand ku baregeheheke wan li Enbarê, ji aliyê balafirên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nûçeya Rojnameya Times Of Îsraîlê de, hat diyarkirin ku li wê xala ku mûşeka balîstîk a Îranê lê xistibû, termên 2 kesan hatine derxistin.

Di nûçeyan de hat gotin ku xebatên lêgerînê yên bi egera ku “dibe kesên din jî di bin kavilan de mabin” didomin.

Artêşa Îsraîlê di der barê nesekinandina wê mûşekê de ku rasterast li Heyfayê xistibû û bûbû sedema zirareke mezin, lêpirsînek dabû destpêkirin.

Kuweyt: Me 60 êrîşên hewayî yên Îranê bêbandor kirin

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê Dr. Abdullah El-Senad, ragihand ku vê sibehê hinek bermahiyên mûşekên vala li deverên ku niştecih lê hene ketiye.

Li gorî wî, di encamê de 6 welatî birîndar bûne.

Artêşa Kuweytê ragihand ku hêzên wan di 24 demjimêrên borî de nêzîkî 14 mûşekên balîstîk, du mûşekên krûz û 46 dronên Îranê têk birine.

Artêşa Kuweytê diyar kir ku operasyonên destwerdan û tunekirinê bûne sedema ketina parçeyan li herêmeke niştecihbûnê li bakurê Kuweytê ku bûye sedema birîndariyan.

Behreyn: Di 24 saetên dawî de 2 dron hatine îmhakirin

Behreynê jî para xwe ji êrîşên Îranê yên duh girt.

Hêzên Parastinê yên Behreynê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku di 24 saetên dawî de 2 dron hatine astengkirin û îmhakirin.

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî: Hêzên me 31 êrîşên Îranê têk birin

Her wiha Behreynê eşkere kir ku ji destpêka şer û heta niha, wan 188 mûşek û 498 dron xistine xwarê.

Mîrgehên Erebê yên Yekbûyî jî ragihand hêzên wan îro 12 mûşekên balîstîk, du mûşekên krûz û 19 dronên ji Îranê dihatin têk birine.

Baregehên Heşda Şebî hatine bombebarankirin

Di heman demê de Heşd Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê baregehên wan ên li Enbar û Selahedînê ji aliyê balafiran ve hatine bombebarankirin.

Heşd Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê baregeha îstixbaratê ya lîwaya 25’an ya Heşd Şebî ya li Enbarê, ji aliyê balafirên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

Li gorî heman daxuyaniyê di êrîşa duyem de jî tabûra 4`an a lîwaya 52’yan a Heşd Şebî ya dikeve bakur rojhilatê Diyalayê, 4 caran hatiye bombebarankirin.

Heşd Şebî ragihand ku di encama êrîşan de ti zirarên canî tune ne.

Îran: Keştiya êrîşê ya Amfîbî ya Amerîkî LHA-7 hate hedefgirtin

Mediyayên Deweta Îranê jî belav kirin ku Supaya Pasdarên Îranê keştiya êrîşê ya amfîbî ya Amerîkî LHA-7 hedef girtiye û ew neçar kiriye ku ber bi başûrê Okyanûsa Hindî ve biçe.

Li gorî heman çavkaniyê Pasdarên Şoreşê keştiyek konteyner jî hedef girt ku tê gotin aîdî Îsraîlê ye û koda wê (SDN7) li ser e, bêyî ku cihê wê eşkere bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye